Emel Hesen
Ey Pêşmergên leheng û Nêçîrvan
Qehremanên qada Mihabad û Koban
Dilsozên Rêbaza Qazî û Barzan
Serbazên Deşt û Çiya û Zozan
Awazên Zagros û Korek û Şingal
Sazbendên Çemê Aras، Dijle û Ferat
Cengevanên Axa Mêdiya û Mîtan
Cangoriyên Şorşa Eylûl û Golan
Ey Leşkerên rojên giran
Dilêr û Serbaz û Rêbaz
Ey Şêr in Welatê Şêrgo û Bêkes
Yê şikand Serê Faris û Çerkes
Hate Newroz û Sersal û Buhar
Rahêjin Tifenga Barzan
Rûmeta hebûna Insan
Yê ku dijmin jê dike hesab
Gel bi we Şanaz û Serfiraz in
Kesk, Sor, Zer aştîxwez e
Netewa pîroz xweş awaz e
Van Sînora tevan rakin
Qeyd û zincîran bişikînin
Dijmenê hov em talan kir
Gund û şênî li hev par kir
Ji bindestiyê me rizgar kin
Êdî bes e zilm û zorî
Qêrîna me giheşt jorî
Kes li me nabe xwedî
Li vî zemanê bê Fedî
Ta kengî em bêjin biratî
Bes e kurdo îro roja Yekîtî .