Author : KDC

Navenda Nurnbergê Civîna Xwe Ya Asayî Lidarxist 

KDC
Navenda Revenda Kurd li bajarê Nurnberg a herêma Bayernê li başûrê rojavayê Almanyayê di 27.02.2022an de piştî kongreya Hewlêrê, yekem civîna xwe bi amadebûna endamên navendê û kesayetiyên navdar ên bajêr û nûnerê KOMKARê Mamoste Mihemed Elbîstanî li dar xist.Mijara civînê bi berfirehî li ser kar û çalakiyên navendê û......

Karkerekî Baneyî Bi Guleya Hêzên Pasdaran Jiyana Xwe Ji Dest Daye 

KDC
Li gorî nûçeya Hengawê şeva Îniyê karkerê ji gundê Kerîmawa ya Baneyê yê bi navê Se’dî Pîranî ê 35 salî bi gulebarana rasterast a Hêzên Pasdaran jiyana xwe ji dest daye. Çavkaniyekî diyar kir ku Hêzên Pasdaran bêyî hişyarkirinê gule li trimbêla Se’dî Pîranî reşandine û ew kuştine û di......

Serokê Herêma Kurdistanê Roja Hilbijartina Parlementoyê Diyar Kir 

KDC
Serokê Herêma Kurdistanê dîroka 01.10.2022 wek roja xûla şeşem a hilbijartinên parlementoya Kurdistanê diyar kir. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja pêncşemê biryara hilbijartinên Parlementoya Herêma Kurdistanê îmze kir. Di biryarnameyê de hate gotin ku li gorî yasaya hejmara 1 ya sala 2005an yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê 01.10.2022an wek roja......

Ûkraynayê Du Leşkerên Rûs Dîl Girtine 

KDC
Artêşa Ûkraynayê roja Pêncşemê dîlgirtina 2 leşkerên Rûsî ragihand ku beşdarî êrîşa li dijî Ûkraynayê bibûn. Di rûpelên fermî yên artêşa Ûkraynayê de wêneyên her du leşkeran hatin weşandin. Li gorî daxuyaniya Fermandarê artêşa Ûkraynayê Valerîe Zalognî ya li ser Twîtterê diyar kir ku wan du leşkerên artêşa dagirker a......

Rûsya Ji Çar Aliyan Êrîşî Ûkraynayê Dikiye 

KDC
Piştî aloziyên vê dawî yên di navbera Rûsya û Ûkraynayê de Rûsyayê dest bi êrîşê kir. Serokê Rûsyayê Pûtîn bang li Ûkraynayiyan kir ku dest ji çekên xwe berdin û vegerin cem malbatên xwe. Serokkomarê Ûkraynayê Zelenski jî alîkarî ji raya giştî, Amerîka û Ewropayê xwest ku li dijî Rûsyayê......

Li Polonyayê Cenazeya Koçberekî Hatiye Dîtin 

KDC
Polîsên Polonyayê cenazeya xortekî 26 salî li herêma Swampy a li sînorê Belarûsê dîtine. Berdevkekî polîsên Polonyayê diyar kir ku wan cenazeyê xortekî 26 salî li herêmeke 3 kîlometre dûrî sînorê Belarûsê dîtine û pasaporta wî ya Yemenê heye. Di mehên dawî de Polonyayê li ser sînorê xwe ya bi......

20 Parlementerên Swêdî û Serokê Mixalefeta Şaredariya Stockholmê Piştgiriya Perwerdeya Bi Zimanê Kurdî Dikin 

KDC
Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê Kovan Amedî, bi nameyekê ji partiyên siyasî, parlamenter û siyasetmedarên Swêdî, ji bo kampanyaya perwerdeya bi zimanê Kurdî û qebûlkirina zimanê Kurdî wek zimanê fermî li Tirkiyeyê bê naskirin, daxwaza piştgiriyê kir. Her wiha serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî Îsmail Kamil jî bi îmzayê piştgiriya......
KDC

FREE
VIEW