Navenda Rewanda Kurdistanî-Vancouver li dijî Îranê mîtîngeke protestoyî li dar xist

Navenda Rewanda Kurdistanî-Vancouver roja Yekşemê 2’ê Cotmeha 2022’an li Galeriya Hunerê mîtîngeke girseyî lidar xist û kiryarên ne însanî yên Komara Îslamî ya Îranê û li navenda Vancouverê şermezar kir. 

Di meşê de axaftina Navenda  Rewanda Kurdistanî-Vancouver ji aliyê rayedarê navendî Egîd Omer ve hate xwendin û partî û rêxistinên din jî axaftinên xwe xwendin û ev hemû li ser esasê siyaseta Komara Îslamî ya Îranê ku li dijî Kurd, azadî û jinan e

Tevî Kurdistaniyên ji her çar parçeyên Kurdistanê, nûnerên neteweyên din ên weke Belûç, Pers û yên din beşdarî mîtîngê bûn û dirûşmên hevkariyek bi Kurdan re qîriyan. 

Hêjayî gotinê ye ku di çalakiyê de hunermend Hisên Zlexapûr, Adil, Sebat û Sawen amade bûn û şanoyeke kolanê ku tê de zulm û zordariya li ser jinên Kurd û miletê me yê li Îranê hate nîşandan ku bala temaşevanan kişand .

___

Konferanseke Taybet

KDC

Cejna Newrozê weke helkefteke fermî li bajarê Nasville hat sazkirin

KDC

Lîreyê Tirkî Gelekî Daketiye

KDC
KDC

FREE
VIEW