Aram Galali, alîkarê profesorê Zanîngeha Harvardê, ji ber lêkolîna wî ya di warê derman û penceşêra mêjî de, xelatadîrokiya Salê ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkaya 2023´an wergirt.
Bi vê minasebetê nûnerê Konfederasyona Revenda Kurdistanî birêz Rehîm Reşîdî li Amerîka û Keneda yê, di pêwendiyeketelefonî de pîrozbahiya Konfederasyona Revenda Kurdistanî ragîhand û di qonaxên din ên jiyana wî ya zanistî û asayî deserketinê ji Dr. Aram re xwest.
Rehîm Reşîdî, her wiha bang li Dr. Aram kir ku wekebalyozekî zanistî û mirovî giringiyê bi pirsa Kurdistanê bideda ku cîhan baştir têbigihê ku eger derfet û mecal hebe, Kurd dikarin di pêşxistina warên curbicur ên zanistî de xizmeta xweû mirovahiyê bikin.
Dr. Aram biryar daye ku beşek ji pisporî û zanyariyên xwe ji bo pêşxistina sektora tenduristiyê û zanista pijîjşkî li Kurdistanê terxan bike.
Ji aliyê xwe ve Dr. Aram Galalî ji bo têkilî û pîrozbahiyêspasiya nûnerê Konfederasyonê kir. Aram bi kurdbûna xwe pir serbilind e û bi nasname, welat û çanda miletê xwe serbilind e. Hêvîdar e di paşerojê de li zanîngehên Kurdistanê dersên çendkursan bide û bi vî awayî xizmeta gelê Kurd bike.
Xelata mêjî ya ronahîtirîn li Rojhilata Navîn û BakurêAfrîkayê ji aliyê Rêvebirê Dubai Şêx Mihemed bin Xelîfe Al Mektûm ve di sala 2014´an de hate damezrandin, lê mîrên din jî ji bo hewcedariyên wê alîkariya Harvard kirine ku her sal xelata kesê herî berbiçav li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayêji bo lêkolînên nûbûn di zanistiya bijîjkî de dide.
Berê Dr. Galalî ji ber lêkolîn û xebatên xwe yên zanistî gelek xelat wergirtine, di sala 2018´an de xelatek ji KomeleyaPenceşêrê ya Zarokan a Swêdê wergirtiye, di sala 2011 û 2012´an de du xelat ji malbata qraliyeta Swêdê wergirtiye. XelataCivata Penceşêrê ji bo yek ji lêkolînên wî yên zanistî di nav 73000 lêkolînerên ji 140 welatan de. Ev bû sedema vexwendinekji Zanîngeha Harvardê, zanîngeha herî mezin a cîhanê li Boston, li Amerîkayê.