Cenazeyên Koçberên Kurd Dê Vegerînin Herêma Kurdistanê

Berpirsê dezgeha serekî ragihand ku cenazeyên neh koçberên Kurd yên ku xeniqîne dê vegerînin Kurdistanê ku 8 ji wan jin û 1 jî mêr e.

Serokê ajansa serekî Arî Celal ragihand ku biryar e cenazeyên 4 qurbaniyên Deryaya Egeyê di 27.01.2022an de ji Atîna ya paytexta Yûnanistanê ve vegerînin Kurdistanê û dê di êvara 29.01.2022an de bigihêjin Firokexaneya Navdewletiya Hewlêrê û dê bidine malbatên wan.

Wî lê zêde kir ku dê termên 5 qurbaniyên di geşta dûyem de di 29.01.2022an de ji Atîna ya paytexta Yunanîstanê bên şandin û dê êvara 01.02.2022an bigihîjin Firokexaneya Navdewletiya Hewlêrê.

Li gorî serokê ajansê, qurbanî ji 8 jin û mêrekî pêk tên ku li Deryaya Egeyê di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest dane û mesrefa vegerandina cenazeyan ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve hatiye dayîn.

___

Di Salekê De Bi Hezaran Koçber Gihîştine Brîtanyayê

KDC

Peyama Navenda Revenda Kurd Jibo Salvegera Karesata Şengalê

KDC

Pîroz be Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî

nusar1
KDC

FREE
VIEW