Konfederasyona Revenda Kurdistanî Bangê li Kurdistaniyên Diasporayê Dike!


Konfederasyona revenda kurdistanî Bangê li kurditaniyên li dîasporayê dike ku li welatên Ewropayê li ber Balyozxaneya rejîma Îslamî ya Îran, roja Şemiyê 20-01- 2024’an de, xwepêşandanek li dijî tawanên rejîmê lidar dixe.
Hêjayan,
Roja şemiyê li dijî tawanên rejîma Îranê û dijî tawanên dagîrkeran ku Rojavayê Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê didin ber bomberdûmanan, tawaneke herî dawî di şeva borî bi çend mûşek û bi dironeran êrîşî Hewlêra paytexta Başûrê Kurdistanê kir.
Lewra konfederasyona Revenda kurdistanî biryar girt ku li hemû welatên Ewrûpa û Amerîkayê ku kurd lê hene li ber balyozxaneyên Komara Îslamî li welatî xwepêşandanên girseyî li dar bixin. Eger polis îcazeyê ji bo ber derê balyozxaneya ne de, Li wî welatî şûnek din ku ji bo xwepêşandanê gucav be bikin.
Hemû navend, federasyon, komele û rêxistinên Kurdistanî yên diyasporayê yên ku girêdayî Konfederasyona Revenda Kurdistanî ne, xwe ji bo xwepêşandanê amade bikin û em bang li hemû Kurdên ku li welat û bajarê ku xwepêşandin pêk tê bikin ku erkên xwe yên netewî bînin cîh.
16-01-2024
Konfederasyona Revenda Kurdistanî
Têbinî: Cihê xwepêşandanan emê piştre we agahdar bikin.

___

konferanseke taybet

KDC

Fransa Vaksînan Ji Bo Koçberên Ku Hatine Wir Peyda Dike

KDC

Di Êrîşa DAIŞê De 11 Kes Hatine Kuştin

KDC
KDC

FREE
VIEW