Derhênera Sînemayê Nesrîn Abîdîn

Li gundê Kanî Kerk El Heseniyê yê bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû Nesrîn, dibêje: Di serî de weke zarokekê xewn û xeyalên min ji jinên derdora min cudatir bûn.

Min her tim xeyal dikir ku li ser dikê bisekinim an jî li pişt dikê bixebitîm, min her tim xeyala çêkirina fîlman dikir. Min xwe gîhandin xewnên xwe, min fîlm çêkirin, min karibû bi rêya berhemên xwe, êş û kederên miletê xwe bigihînim zêdetir temaşevanan û rola jinên Kurd ên bindest û êşa wan nîşan bidin. Min gelek karên şanoyî û fîlm û belgefîlman kirine, tevî ku min sînema nexwendiye. 

Ji ber rewşa ku Kurdên Rojava li Sûriyê tê de dijîn, dibe ku ne hêsan be ku li gor dilê xwe kar bikî lê wekî gelek hunermendên Kurd li qada Ereb a Sûriyê hene û xuya ne. 

Ê min jî weke derhênerên din gelek xwestekên min hene lê piştî ku em ji ber şer, koçberî Başûrê Kurdistanê bûn, di sala 2012an de dema ku ez gihîştim kampên penaberên Sûrî li kampa Domîzê, min destpêkê hîs kir ku ez nikarim xewnên xwe bi cîh bînim. Bi hemû bi wan bê taqetî û bê hêvîtiyan meriv bêzar dibe lê belê xwebawerî û pejirandina vê rastiyê û jiyana nû bû alîkar ji bo destpêkeke nû. 

Min pêşî bi rêxistinên mirovî re kar kir, paşê min wek organîzatorê çapemeniyê ji bo rêxistinên navneteweyî û herêmî yên Kurdistanê kar kir û tevî hemû zorî û zehmetiyên madî jî daxwazeke min a xurt hebû ku hêvî û bextê di dilê zarokên Kurd de bi cîh bînim. Dibe ku ji bo vegerandina hin kêfxweşî û coşiyê ji bo derûna wan, ji bo kêmkirina êş û janên ku ji ber şer, sirgûnî û bêewlehiya jiyanê ku di wan rojan de kişandin, ji ber vê min bala xwe da ser şanoya zarokan ku yek ji cureyên herî girîng û dijwar ên şanoyê tê dîtin. 

Piştî xebata sê salan yekemîn fîlma bi navê “Dojeha Sar” hat weşandin û kurtefîlm bal kişand ser pirsa, heger penaberekî ciwan û nû gîhiştî dikare çi derxe holê. 

Ev jî ji aliyê Nesrîn Hesen ve hatiye nivîsandin, ev fîlm di çend festîvalên navnetewî de hate nîşandan û di festîvala Dihokê de jî derket pêşberî hemwelatiyan. Ji aliyê temaşevan û rexnegiran ve hate pêşandan û pişt re jî bo hin xelatan berbijêr bû û di nava salekê de xelat wergirt. Ji ber vê yekê ez şanaz im ku min yekem filma xwe çêkiriye û serkeftî bûye. Fîlma duyem jî fîlmeke dokûmanterî ya bi navê Pêşwaziya Mirinê bû. 

Fîlm behsa êrîşa DAIŞê ya li ser Başûrê Kurdistanê dike û behsa qehremaniya Pêşmergeyan dike dema ku DAIŞ şikandin. Pêşwaziya Mirinê yekem car di festîvala Dihokê de hate nîşandan û cara duyem jî di festîvala Hewlêrê de hate nîşandan. Niha ez li Almanyayê me, ez ê piştî krîza Coronayê ku bandoreke mezin li ser festîvalan kir, li Rûsya û li Almanyayê beşdarî festîvalan bibim û di demeke nêzîk de ez li Roda Cord ya Almanyayê beşdar bûme û di demeke nêzîk de em ê gelek çalakî û bernameyên şanoyî û govenda gelêrî ya Kurdî bi şerta ku di çarçoveya Kurdistanê de girîng bin pêşkêş bikin.؛ 

Sererastkirin : Şiyar Şerîf Berazî

KDC

FREE
VIEW