Sûrya û biryarên hêzên nav netewî


Emer îsmayil
Li ber çava ye rewşa Sûriya roj bi roj zêde ber bi qonaxek nexweş ve di çi wêrankirina gund û bajaran û kuştina gelê Sûrîyê li ser destê milîsên Rijêma xûn mij û hêzên bi ser wê ve ji encamên şoreşa wê, li her deverî rewş tev li hev bû, bi teybet li deverên Kurdistanî mîna Efrînê û Kûbayê û gelek cihan li Cezîrê bitaybet ev rewşa şerê dawî li Qamişlo û guhertina dêmografiyê çêdibe , dema em li ser giringiya wê rawestin bê ҫi ҫareserî jimera pêwîste û em jî nîzîke dibînin ji hawîrdora me dewletên derdor, ku naxwazin tu lev hatin li nav Sûrya û Kurdan pêk were, lewma bi her şêweyî li dijî tevgera me kardike û pilana pêktînin û destê xwe dirêjî nav welat û milet dikin, ji hêla din ve dewletên navnetewî û bi teybet dewleta Emerîka û Rûsiya bandorek nebaş dileyizin tenê dixwazin me kar bînin weke hêzên çekdar di xizmeta armancên xweda ta şer li welatê me drej bo giha vê qonaxê
Ji encamên vê yekê hêzên tarî yên xwediyê tirorê xwe pir bi hêz kirin û dewleta bi navê ya Islamî li Îraqê û Şamê bi nav kirin û bûne bela serê gelê Kurd, ku dijminê gelê Kurd wan li dijî Kurdan li Başûrê Kurdistana û Sûrîyê bi kar tênin, êrîş bi êrîş li dijî Kurdan bi kar tênin. Ev rewş ber bi Asta navnetewî zelal dibe, di deverên me de berevanî berfereh û bi hêz dibe, alîkariya navnetewî bi xurtî bi hêzên Kurdî li Başûrê Kurdistanê dibin. Hevpeymana navnetewî bi belafirên xwe piştevaniya hêzên me dikin, lewma diyar e ku ev berevaniya li dijî hêza Terora reş ji berjewendiyên dewletên navnetewî ne, êsta bihtir xurt dibe.di van rojên dawî de giftûgo li ser çare ser kirina siyasî li Sûriyê û Rojhilata Navîn tê gengeşe kirin û Emrîka jin nûve li Rijêma Esed dixwze Îran ji welatê wê der keve tê xuyakirin ku qonaxeke nû despê dike lê mixabin
Tevgera Kurd jî weke ku merov dibîne ne li ser heve, yekrêziya rêzanî ne li ber dest e, lewma pêwistiya me pê heye, ku merov karibe rê li ber nakokiyan bigire. Em dikarim bêjim ku
Dem dîsa hatiye ku PYD dev ji kiryarên xwe yên xirab berdin û xew ji bin xizmeta Rijêma Sûrya bikşîne û li peyman Hewlêrê 1 û 2 û peymana Dihokê u hemî destê xwe bidin hev li ser bingeheke rast û destê alîkariyê ku ber bi me dirêje bigirin û bo berjewendiyên xwe bi kar bênin, hêviya serkevtinê xurt dike ku azadiyê û rezgariyê bi dest bixin.ji ber qonaxa siyasî wê bê kurdan tu çareserî çênabe li Sûriyê û hêzên navnetewî wê pestger bin bû mafê gelê Kurd hindirê çareseriya rewşa Sûrya bigiştî

___

Dilê penaber

nusar1

Serok Barzanî û şoreşa serxwebonê

KDC

Kurdên Revenda Kurdistanê!

KDC
KDC

FREE
VIEW