Li Ber Avahiya Şaredariya Binghamtonê Ala Kurdistanê Hate Bilindkirin 

Roja Îniyê 1ê Nîsan a 2022an, di seqaya sar û baranê de, Alaya Kurdistanê bi amadebûna berpirsên hikûmî û revenda Kurdistanî li ber avahîya qaymeqamiya bajêr ya li Bînghamton a New Yorkê hat bilindkirin.
Gerd Graham qaymeqamê Bînghamtonê bilindkirina ala Kurdistanê li wir bi roleke girîng bo Kurdistanê wesif kir. Her wiha behsa vê yekê jî kir ku têkoşîn û fedakariya pêşmerge tê gelekî girîng e û diyar kir ku divê têkiliyên navbera di Amerîka û Kurdistanê de bihêztir bibin û pêşve biçin. Qaymeqamê Binghamton weha jî da nîşandan ku ew dê salnameya bajêr de Newrozê bi cih bikin, da ku her sal Alaya Kurdistanê di Newrozê de bê bilindkirin. Cara yekemîn di sala 2016an de li ber avahiya qaymewamtiyê Alaya Kurdistanê hatibû bilindkirin.

Di hevpeyvîneke kurt de ligel qaymeqam, tevî spasdarî û pesndayîna wî ya ji bo doza Kurdistanê, min pêşnîyar kir ku bajarê wî hewl bide bibe destexwîşka yek ji bajarên Kurdistanê. Qaymeqam ev nêrîn weke mijareke baş û kêrhatî nirxand. Di heman demê de min behsa wê yekê kir ku gelê Kurdistanê ji bo heman azadî û girîngiya ku bo gelê Amerîkayê girîng e têdikoşe. Min bal kişande ser wê yekê jî ku heta niha li Kurdistanê ti caran êrîş li ser xelk û leşkerên Amerîkayê nehatiye kirin û ew nehatine kuştin.
Yasaya dewleta federal rê dide bajaran ku al û sembolên netewe û rêxistinên curbicur li kêleka alên welat û dewletê heta demeke diyar bilind bikin, weke rêzgirtin ji cudahiyên welat û ji bo dadweriyê.

___

Şevger Zaza Pîrozbahî Li Navenda Revenda Kurd Kir

KDC

Almanyayê, Weşana Kanala RT Ya Rûsî Sekinandiye

KDC

Navenda Kurd a Diyaspora-Brûkselê ji bo li Belçîkayê federasyonek ava bike

nusar1
KDC

FREE
VIEW