Em Kîne

Navenda Revenda Kurdistanî

Danasîn:
Navenda Diyasporaya Kurdistanî, rêxistineke ji aliyê siyasî û dînî ve bê alî ye û kar û xebatên xwe li ser bingehên demokrasî, aştî, raya azad, bi hevre jiyan û wekheviyê dike.
Li dijî hemû cûre tund û tujî, nijadperestiyê ye. Parazvanê her kesî, her rêxistin û federasyona Kurdên li derveyî welat yên ku baweriya wan bi ax, netewe û Alaya Kurdistanê heye. Wê bibe pireke xurt ya têkiliyên Kurdên li diyasporayê yên ku li dûrî Kurdistanê ne û kesên ku baweriya wan bi mafê Serxwebûna Kurdistanê heye.

Sînorên Kar û Çalakiyên Li Diyasporayê

Armanc:
Kar û armanca sereke, hewl û tekoşîna bi yekrêzî û civandina Kurdên diyaspora yên ji çîn û nifşên cûda li ser bingehên demokrasî, wekhevî, bi hev re jiyan û mafên mirovan. Pêşxistina çand, ziman û folklara Kurdî û giringî ya li ser dîroka Kurdistanê.
Bi pergaleke guncav, xebata diyarkirina hejmara Kurdên li derveyî welat dijîn û avakirina malpereke taybet ji bo vê armancê.
Danîna têkiliyên xurt yên bi komele, navend, rêxistin, federasyon û aliyên din yên diyasporaya Kurdî re û xebata hevbeş ya yekrêzî ji bo berjewendiyên Kurdên diyasporayê.
Bi civîn, semîner û çalakiyên hunerî nasandina dîrok, erdnîgarî, çand û folklara neteweya me bi cîhanê.
Teşwîqkirin û piştgiriya xwendevan û ciwanan ji bo ku di nav pergala siyasî, civakî û çandî ya wan welatên ku lê dijîn de cîh bigirin û bibine beşeke rêveberiya wan civakan û bi vê rêyê xizmetkirina mafê rewa yê neteweya xwe.
Li hev civandin û rêxistina kesên zanist, hunermend, rewşenbîr, wêjevan, bazirgan û werzişvan di navendeke taybet de. Rêxistina Kurdên çalakvan ji bo ku di warê siyasî û çalakiyên medenî de bibine pêşeng ku xebata lobiyê bikin û li diyasporayê bibine kesên bi bandor di navendên biryardanê de.
Civandina rojnamevanên ku dikarin rolên baş hebin û bandora wan li ser ragihandina nûçe, bûyer û hwd. di derbareyê Kurdistanê de hebe.
Xebata damezrandina navendeke çapemeniyê ku kanal û ajansan li xwe bigire û taybet be ji bo diyasporayê.
Piştgirî û hevkariya, komele û rêxistinên Kurdên Êzidî, Elewî û Yaresanî ji bo parastin û pêşxistina dînên wan.
Danîna têkiliyên bi rêxistinên medenî yên welatên ku Kurd lê dijîn re û hevkarîkirin û piştgiriya doza rewa ya neteweya me.

KDC

FREE
VIEW