.. Mihabad ..


Emer ismayîl


Mihabadê bi bexşîne
Şîreta qazî bixûne
Li ser baskê kevoka spî
Li cîhanê ragehîne

Mihabadê nuroja me
Dîroka mîdya vejîne
Ii ser destê serok qazí
Leşkerê me bicivîne

Mihabadê buye komar
Li Kurdistanê bu buhar
Bi AL û dezgehê zêrîn
Bi Armanc û raperîne

Mihabada Kurdistanî
Te erkê dewletê danî
Di nîva roj hilatê de
Ala rengin di hejîne

Bibexşîne wek pêşmerga
Li van kulanê Ewrupa
Li kuçka sipî li kirêmlên
Xewna qazî bicihbíne

Îyran tirorên cîhanî
Ew sofîyên bazirganî
Li çar çira sêdar danî
Serok komar can gorîne

Bi Armanca serxwebûnê
Bi rêbaza bi yekbunê
Em li Karin ji bu dozê
Agirê Kawa vejîne

Cimerdin em bi canê xwe
Tev li Karin ji bu mafê xwe
Mirov nasin aştî xwazîn
Himber zorê berzanîne

KDC

FREE
VIEW