Fermandarekê Pasdaran ciwanekê bajêrê Bane kuşt

Sipayê pasdaran yê rejîma Îranê îro, li sînorê bajarê bane yê Rojhilata Kurdistanê, gule berdan ciwanekê Kurd û kuştin.

Rêxistina Hengaw a mafên mirovan eşkere kir, îro roja yekşemî 20/60/2021an, ciwanekê Kurd ku di kasibkarî û Kolberiyê de kar di kir, rastî êrîşa çekdarên sipayê Pasdaran hat û can daye.

Dest nîşan kir, sipayê Pasdaran îro li sat 2:00 serê sibê li navçeya Hengejal a girêday bajarê Bane, gule berdane komek Kolberan û yêk jê bi navê Sedûn Ehmedî temen 27 sal û xelkê bajêrê Bane ye, kuştin.

Li gorî agahiyên nûçeghanê Hengawê, Sedûn Ehmedî raste rast ji hêla fermandarekê qirargeha Hengejalê yê bi navê Kaşanî ku ji şênyên Erdebîlê ye, hatîye kuştin.

KDC

FREE
VIEW