Rojhilata û cihan piştî bûyerên(Xeza) tevlîhev dibe


Emer ismayîl


Tevl hêvîya piştî êrîşa ji aliyê tevgera (Hemasê )ve hatî lidarxistin,( Îsrayîl) ji aliyê leşkerî û ewlehiyê ve matmayî hişt û cîhan matmayî hişt , oparasîyona Hemasê û rêxistinên cîhadî yên din li Xezayê yên ku di wê operasyonê de beşdar bûn. rêbaza daxistina wê bargehê bi kuştin û revandina bêserûber, û belgekirina vê yekê bi vîdeoyan ji bo rakirina rêjeyeke mezin.Ji mêjiyên westayî yên cîhana Erebî û îslamî, ruhê tolhildan û serketinê di nav wan de bi cih dike. ev kiryarê hişt ku israyil Erîşên dijwar li ser xezayê topbaran kirin û ev îdeolojîk encama berdewamiya nakokiyên li Rojhilata Navîn û destwerdana hêzên mezin di şer de ye.
hêzên mezin pişta xwe bi faktora demê digirin, ji bo têkbirina hevbendiyên di navbera hêzên ku ji bu birêvebirina qeyranan dixebitin, vê destwerdanê rê li ber kûrbûna rejîma Îranê vekiriye. di kûrahiya qeyranan de, nakokiyan ji aliyê îdeolojîk, mezhebî bihevre bikin û rêkxistinên terorîstî yên ku serdestiya desthilatdaran dikin, derdixin.Çend welatên wek (Iraq, Sûriye, Lubnan, Yemen ) çarenivîsa gelên herêmê û biryara şer û aştiyê desteser bikin.
Zêdebûna tundûtûjiyê li Xezeyê, ku girêdayî Rojhilata Navîn ya aloz bandorek xurt li ser aştî û ewlehiya cîhanî kir, û nakokiyek mezin di helwestên hêzên herêmî û cîhanî yên bi bandor yên herêmê de derbarê tundûtûjiyê de derketin holê.çareseriyên Aştîyane nehiştin ji bo dawîkirina nakokîya di navbera Îsrayîl û Filistîniyan de.Hemû nîşanan piştrast dikin ku şerê li Xezeyê nikare tundiyê bi dawî bike, ji ber ku tundûtûjiya zêde ya ku ji hêla hemî aliyan ve tê kirin dê hawîrdorek bi kîn û tolhildanê ava bike û hevalbendan vegerîne. di navbera hêzên herêmê yên teng de ji bu vekirina eniyên nû û birêvebirina qeyrana şer û cengê
Li herêma Rojhilata Navîn du cure yên alozî derbas dibe:
1- Pirsgirêkên gelên ku ji mafê çarenûs bêpar mane .
2- Li gelek welatan berdewamîya
qeyranên navxweyî.
Rojhilata Navîn piştî bûyerên( Xeza) di nêrîna minde ber bi qunaxên gelek hestîar û xirabde diçe û ji gelê hermê û naxasim gelê kurd biyek biryar xwe dur bikin ji vê qeyranê û li ser xaka xwe biminin çavnêrê paşe roj û encamên Evî şerê giran bin, ji
ber Çareserkirina pirsgirêka gelê Filistînê di encama şer û tundûtûjiyê de, wê tundiyê li herêmên din jî gur bike, ji ber ku tevgerên rizgarîxwaz ên ku li pey aştî û demokrasiyê di tekoşîna xwe de ne, wê di nêzîkatiya xwe ya aştiyane de xwe bê maf û bêbandor bikin, û hêzên mezin û rêxistinên navneteweyî. Ji bu çareserkirina pirsgirêkên xwerêveberiya gelan divê destwerdan bikin.
Welatên ku tûşî qeyranên demdirêj dibin, rûbirûbûna van qeyranan bi rêya lihevkirin û danûstandinên di navbera hêzên destwerdanê de demkî ye û sînorên wan ên siyasî ji bo wergirtina krîzên welatên herêmê vekirî ne û çareseriya herî baş ji bo van kirîzan pêkanîna biryarên navdewletî ye. ji bo dawîanîna van qeyranan û dabînkirina hemû pêwîstîyên ewlehî û aramîyê .

KDC

FREE
VIEW