Saziyên Civaka sivîl li Elmanyayê Êrîşên Dewleta Tirkiyê Yên li Ser Xelkê Sivîl li Rojavayê Kurdistanê Şermezar Kirin.


Di roja 29.12.2023’an de bi dirûşma ‘’ Bi aştiyê welat ava dibe’’, rêxistinên civaka kurd yê sivîl li Almanyayê li navçeya Nordrhein-Westfalen, ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirkiyeyê, li ser herêma Rojavayê Kurdistanê û li serxelkê sivîlên bê parastin, xwepêşandanek li dar xist. Di van erîşana de çavkaniyên wekî, bîrên neftê,elektirî, çavkaniyên avê jî ji armancên wan yê serekî ye. Bi vê yekê xelkê heremê bê elektirîk û bê av dihêlin û jiyan li xelkê zehmettir dikin. Bi taybetî di dema dawî de û bandoragelek xerab li ser jiyana li herêmê kiriye .
Di xwepêşandinê de pêşî, axaftina însyetifa jinan bi zimanên Kurdî û Almanî hatin xwendin û her wiha axaftina rêxistina mafên mirovan, yên navneteweyî û sivîl jî hate pêşkeş kirin.
Hemûyan jî di axaftinên xwe de daxwaza rawestandina bombebarankirina sivîlan ji Hukumeta Tirkiyê kirin û wisa ji raya giştî cîhanê daxwaz kirin ku bi lez erîşên Hukumeta Erdogan li ser herema Kurdistana Rojavayê bê rawestandin.
Tirkiyê bi siyasetek erîşkar dagîrkirina Rojavayê kurdistanê kiriye armanc, dixwaze Kurdan ji axa herema kurdistanê pakij bike. Wekî li Efrîn û Serê Kaniyê kirine bo guhertina demografiya Kurdistanê.
Hêjayî gotinê ku di xwepêşandanê de çend helbest NETEWî û NIşTîMANî Jî hatin pêşkêşkirin û bi dengên bilind şermezarkirina êrîşên Tirkiyê li ser herêma Rojavayê Kurdistanê hate kirin û belavok hatin belevkirin.
Erdogan li Rojavayê Kurdistanê sivîlan dikuje û‏ ‏binesaziyên jiyanî wêran dike.‏
Cîhan çavên xwe digire, dema mijar dihête ser‏ ‏endamekî NATO ku yasayên navneteweyî binpê‏ ‏dike. Ew êriş ne ji aliyê sîyaseta derveya Elmanya û‏ ‏ne jî ji aliyê civaka sivîl ku ne kurd e, bi şêwazekî‏ ‏vekirî nahêne şermezarkirin.‏
Em bang li wijdana siyasetmedarên Elmanyayê‏ ‏dikin. Li hemberî kuştina Kurdan bi destê‏ ‏dewleta Tirkiyê bê deng nemînin.‏
Netewa Kurd hêjayî wê yekêye ku bi azadî bijî.
Bi milyon Kurd nayên tunekirin.‏
Em daxwaza pabendiyeke zelal bi yasayên‏ ‏navdewletî û destpêkirina danûstandinan ji bo‏ ‏çareseriya domdar a pirsa Kurdistanê dikin.‏
Zivile German-Kurdische Fraueninitiativen NRW‏
29.12.2023
Yusra Zibêr

KDC

FREE
VIEW