Konfederasyona Revenda Kurdistanî civînek li bajarê Kölnê li darxist


Konfederasyona Revenda Kurdistanî û beşdariya Federasyona Komelên Kurdistanî li Almanya, Yekitiya Komeleyên Kurdistan/KOMKAR, di roja Şemî 28.04.2023 li bingehê Komkar li Bajarê Köln – Almanya yê bi rêvebiriya serokê KDC Îsmaîl Kamil, sekreter Kovan Amedî Cîgirê serok Hawraman Alî û endamê Komîteya giştî Bekir Topgîder û Serokê Federasyona Komelên Kurdistanî li Almanya rêzdar Nadir Doxatî ve civîneke serkeftî hate li darxistin.
Civîn ji aliyê Nadir Doxatî hate vekirin û bixêrhatina Îsmaî Kamil Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî û Rêzdar Kovan Amedî Sekreterê Konfederasyonê kir, piştre Dr. Îsmaîl Kamil xewşhaliya bivê hevdîtinê anî ziman û li ser rewşa Revenda Kurdistanî li Diyasporayê bi rengekî berfireh axivî. Piştra Kovan Amedî jî bal kişan çend xalên girîng ku Konfederasyon dayê pêş xwe.
Beşdaran pirs û pêşniyariyên xwe pêşkeşî Konfederasyonê kirin. Piştî bersîv û diyalogên germ, beşdaran dilxweşîya xwe bo civînê nîşan dan û civîn di atmosferek germ de kutayî bû.

KDC

FREE
VIEW