Amerîkayê Bersiva Êrîşên Çekdarên Ser Bi Îranê Daye

Pentagonê diyar kir ku hêzên wan ên li Sûriyeyê di çarçoveya mafê parastinê de bersivê didin gefên komên ser bi Îranê.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê John Kerby ji Sky News a Erebî re diyar kir ku hêzên wan ên li Sûriyê di çarçoveya mafê xweparastinê de dê bersiva her êrîş û gefên komên çekdar ên ser bi Îranê bidin.

Her wiha destnîşan kir ku gefên komên çekdar ên nêzî Îranê di Sûriyeyê de zêde bûne û Washingtonê hewldanên xwe ji bo rûbirûbûna metirsiyan dijwartir kiriye.

Pentagonê berî niha ragihandibû ku gefa DAIŞê wek xwe maye û dê hêzên wan ên li Sûriyê li gel HSDê berdewam bin.

KDC

FREE
VIEW