Dadgeha Stenbolê 10 sal û 5 meh cezaya zindanîkirinê da Gonul Orsa keça hunermenda kurd Hozan Canê

Gonul Ors, keça hunermend Hozan Canê ye û ew bi tohmeta bangeşekirina PKKyê ji aliyê Dadgeha Stenbolê ve bi 10 sal û 5 mehan hate cezakirin.

Sedema cezakirina Gonûl Orsê çalakiyekê li bajarê Kolnê ya li Almanyayê ye; di sala 2012ê de hejmarek kes li ser Çemê Renê belemekê revandibûn, dirûşm ji bo PKKyê bilind kiribûn û pankartên PKKyê bi wê belemê ve kiribûn.

Li gor Dadgeha Stenbolê, Gonul Ors jî yek ji wan xwenîşandarên belemê ye û bi vê çalakiyê bangeşeya terore kiriye. 

Bi vê hincetê Dadgeha Stenbolê 10 sal û 5 meh cezaya zindanîkirinê da wê û biryara qedexeya derketina dervayî sînorên Tirkiyeyê ya li ser wê rakir. 

Gonul Ors wekî dayika xwe Hozan Canê welatiya Almanyayê ye. Hozan Canê di sala 2019ê de li Tirkiyeyê bi tohmeta endamtiya PKKyê hatibû girtin. Gonul Ors jî bo serdana dayika xwe bike ji Almanyayê çûbû Tirkiyeyê. Dema derbasî nav Tirkiyeyê bû ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hate desteserkirin. Piştî demekê kurt hate azadkirin lê derketina dervayî sînorên Tirkiyeyê ji bo wê hate qedexekirin.

Doza Hozan Canê jî dê meha bê berdewam bibe.

Li Tirkiyeyê girtina welatiyên ALmanyayê di navbera Enqere û Berlînê de di sala 2017ê de qrîzeke ciddî derxistibû. 

Li Tirkiyeyê 62 welatiyên Almanyayê zindanî ne û qedexeya derketina dervayî sînorên Tirkiyeyê li ser 54 welatiyên Almanyayê hene.

KDC

FREE
VIEW