Nûnerê Konfederasyonê bi parlementerê Kanadayê re hevdîtin pêk anî.

Nûnerê Konfederasyonê bi parlementerê Kanadayê re hevdîtin pêk anî.
Birêz Rehîm Reşîdî nûnerê Konfederasyona Revenda Kurdistanî li Amerîka û Kanadayê li bajarê Edmonton û bajarê Alberta ya Kanadayê bi parlamenter Ziad Abultaif re civiya.
Rehîm Reşîdî spasiya parlamenterê Kanadayê kir ji bo pêşwaziya germ li baregeha wî ya li Edmontonê tevî ku roja Şemiyê betlaneya fermî ye.
Paşê birêz Kurd behsa damezrandina Federasyona Revenda Kurdistanî li Kanadayê kir û ji parlementer xwest ku çend bername û projeyên hevbeş li Alberta û Parlementoya Federal li Ottawa bimeşînin.
Reşîdî, her wiha li ser giringiya qebûlkirina kurdên rojhilat wek penaber ji aliyê Kanadayê ve axivî û daxwaz ji wan kir ku bi hev re ji bo rakirina astengên yasayî û di vê pêngavê de xizmeta gelê xwe bikin ku salên dirêj ji jiyana xwe ji bo xizmeta azadî û demokrasiyê kirine. .
Piştre Parlamenter Ziad Ebultaif kêfxweşiya xwe ji hevdîtinê nîşan da û ji bo serdanê spasiya nûnerê Konfederasyonê kir û gavên yekgirtin û birêxistinkirina kurdên diyaspora li Kanadayê pêwîst û girîng nirxand.


Herwaha behsa serdana vê dawiyê ya şanda parlamentoya Kanadayê bo Kurdistanê kir û aştî û çanda pêkvejiyana civakên li Kurdistanê bilind nirxand û tekez li ser wê yekê kir ku bi hemû îmkanên xwe ve bo bihêztir kirina peyvendiyên navbera Kanada û Kurdistanê de kar dikin.
Hêjayî gotinê ye ku nûnerê Konfederasyonê ji endamên Navenda Revenda Kurdistanî ya li Edmontonê Mihemed Etroşî û Haşim Sindî jî amade bûn.

KDC

FREE
VIEW