Navenda Revenda Kurd Bi Navenda Danîmarkayê Re Civînek Lidar Xist

Ji bo ji nû ve hilbijartina desteya nû ya rêveberiya Navenda Revenda Kurd li Danîmarkayê, bi beşdariya aktîvîst û kesayetên Kurd ên ji parçeyên Kurdistanê civînek hat lidarxistin.

Îro yekşemê 24.10.2021an di bin çavdêriya Navenda Revenda Kurd de, bi beşdariya Hewraman Elî Tofîq û Kejal Derwêş serpereştiya civîna navendê li Kopenhaga Danîmarkayê kir ku dostên navendê, kesayetî, jin û ciwan, çalakvanên sivîl û dîasporayê ji parçeyên cûda yên Kurdistanê beşdar bûn.

Di civînê de qala çendîn mijarên girêdayî Navenda Danîmarkayê û berfirehkirina çalakiyên wê hate kirin. Beşdaran civîn bi nêrînên xwe dewlemend kirin û di heman demê de mijara pêşeroja penaberên Kurd û Danîmarkayê hate nîqaşkirin. Planên pêşronê jî di nav de hilbijartina desteya nû ya rêveberiyê hate destnîşankirin û pişt re bi berfirehî erk hatin destnîşankirin.

KDC

FREE
VIEW