Jê Bigerin, Bila Em Bibin Yek!

Ev 60 salên dawî ku wek yekem koça Kurdan a ji bo welatên Ewropayê tê zanîn, yekem car e revenda Kurd civiya û rêxistinek dirus kir. Ev jî ji bo kesên ku Kurdistanî difikirin û hêvî dikin ku Ala û axa Kurdan li derve zêdetir bê naskirin bûye cihê kêfxweşiyê. Em dixwazin kesên ku kevir li ser kevirekî nedanîne ji bo lobiya Kurdan, ku hevkariyê jî nekin bila ji Konfederasyona Revenda Kurdistanî bigerin ku ew xebatên xwe bikin.

Wek rojnamevan û wek şarezayê malper û medyaya civakî dema ku ji min re gotin projeyeke wiha ji bo yekkirina revenda Kurd heye, min bê dudilî xwest xwebexşî bim û bi hemû hêza xwe alîkariya vê koma ku di bin barekî giran de ne bikim. Giran e, ji ber ku qet guman tune Kurdan hîn xêr nedîtine. Dagirkerên Kurdan çi ji destê wan tê dikin ji bo ku du Kurd negihêne hev û revenda Kurd di bin yek alayê de, bi sirûda xwe neyêne cem hev.

Diyar e ku nebûna yekîtiya revenda Kurd gelek caran bi awayekî erênî li derveyî welat hatiye dîtin ji ber nebaşiya beşek ji partiyên Kurdan ên ku dûvikên welatên herêmî ne û navê Kurd wek terorîst dane nasîn. Ez bawer im revend dikare vîzyona welatên niştecihbûnê bigihîne astekê ku doza rewa ya gelê Kurd e.

Tiştê ku min li Konfedrasyona Revendê dît derî li hemû Kurdan vekirîbû da ku xwe di navenda revendê de bibînin, bi şertê ku “Kurdistanî” be. Ew ê rexnevan ku dibêje em ne agahdar bûn, fermo Kurdistanî be û rasterast bibe beşek ji revenda Kurdî. Ji ber ku hemû Kurdistaniyên li derveyî welat, beşekî Navenda Revenda Kurd in.

Kongreya Konfederasyona Revenda Kurdistanî di bin çavdêriya Serok Barzanî de hate lidar xistin lewma ez bawer im ku di wê çarçoveya Serok de kar kirine, cenabê wî got: “Ev gav projeyeke neteweyî û niştimanî ye û divê dûrî hizbî û îdeolojiya siyasî be. Ev yek wê bibe remza serketina karê navendê.
Lewma jê bigerin, erkê berpirsyarên Konfederasyona Revenda Kurdistanî giran û girîng e û çavên me hemûya li lobiya bi hêz a Kurdan.

Hekar Herkî

KDC

FREE
VIEW