Tahir Hewramî pêşwazîya mamostayên dersdara kurdî ya onlayn bo zarokên sirgûnkirî kir 

Serokê dîska rewanda Kurdistanî li baregeha Barzanî pêşwaziya her du mamostayên perwerde û fêrbûna zimanê Kurdî bo zarokên sirgûnê kir û ji bilî dayîna xelat û spasiyên ji ber westiyana wan, bo korsa duyem jî ramanên nû hatin gotûbêjkirin 

Doh 23/8/2022 Tahir Hewramî serokê dîska rewanda Kurdistanî li baregehê Barzanî pêşwazîya mamosta Şukrî û Mamosta Zumîra kir piştî serkevtin û temambûna wî û yekem xûla online ji bo yek astê zarokên sirgûnkirî ku ji bo malbatên zarok û her kesî cihê kêfxweşîyê bû ji bo xûla dûyem amadebûn û vekirina asta dûyem a perwerdê bû 

Ev yek di berdewamîya hewildanên Navenda Rewanda Kurdistanî de ye û ji bo naskirina zarokên sirgûnkirî bi zimanê dayikê ku di evan şeş mehên derbasbûyî de pêngaveka baş û kêm bûye û ji ber ku di dîroka kurd de cara yekem e giring e.. divê dayik bi rêya xwendin û zimanên kurdî bidin zarokên sirgûnkirî û ji wan jî destpêşxerî û bernameyên navenda rewanda kurdistanî, wezareta perwerdeyê ya hukûmeta herêma kurdistanê û wezîr bi xwe Alan Heme-Se’îd bin 

Di civînê de çend pêşniyar, têbînî û nêrînên nû hatin amadekirin û biryar hate dayîn ku weke bernameyeke nû pêşkêşî wezîrê perwerdeyê were kirin û hewl were dayîn ku di şêwir û giftûgoyê de werin cîhbicîhkirin 

Hêjayî gotinê ye ku di dawiya rûniştinê de mamosta bi rêzgirtin, pesindan û xelatji aliyê serokê Dîska Rewanda Kurdistanî ve hatin pêşkêşkirin .

KDC

FREE
VIEW