Kurdên Rojavayî ji alîkariyan bêpar dimînine.

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî biryara dirêjkirina destûra derbasbûna alîkariyên mirovî ji deriyê Bab El-Hawa yê li ser sînorê Tirkiyê re pejirand.
Lê belê herêmên rêveberiyê Rojavayê wê careke din ji alîkariya însanî bêpar bên girtin. Li gorî Kurdên Sûriyeyê, li herêmên di bin kontrola rêveberiya xweser de 14 kamp hene û bi hezaran penaber ji alîkariyan bêpar in.

Berpirsê ofîsa penaberan li deverên Îdareya Xweser li Sûrîyê Şêxmus Ehmed gote Dengê Amerîka ku biryar siyasî ye û Rûsya careke din berjewendiya sîyasî xiste pêş pêdawîstîyên mirovahîyê. Wî got ku ev yek dê bandoreke mezin li ser penaber û koçberan bike û got nemaze yên li bakurê rojhilatê Sûriyê.” Hêvî hebû ku deriyê Til Koçer were vekirin, ji ber ku alîkariyên mirovî bi riya rêjîmê an jî bi rêya Babal Hawa negihîje bakurê rojhilatê Sûriyê û ev yek jî dê careke din bibe sedema vejîna şerê DAIŞê û bûyerên kuştinê li herêmê, di heman demê de bê avî li herêmê girtiye û ev yek dê bandoreke neyinî li ser rewşa kampan bike û di encamê de çalakiyên mirovî zêde bibin.”
Ji alîyekî din ve çavdêr di wê bawerîyê de ne ku heger tenê alîkarîyên mirovî ji bo deverên kurdan ên bin destên rejîma Sûrîya berdest bibin dê Sûrîye careka din wek fişareke siyasî li dijî Kurdên Sûrîyê bi kar bihîne.

Rojnamevan Hezar El-Saîd dibêje beriya danûstandinên Konseya Ewlekariyê lihevkirinek di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de di derbarê alîkariyên mirovî de danûstandinên Astanayê de pêk hat û wiha got: “Lihevkirin ji bo vekirina deriyê Bab El-Hawa di civîna Astana yê di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de pêk hat da ku herêmên di bin kontrola rêjîma Sûriyeyê de bin û aştiya herêmê têk bibe.”

Li gorî biryara Neteweyên Yekbuyî dê alîkarî radestî herêmên di bin kontrola komên çekdar ên Sûriyeyê yên bi alîgiriya Tirkiyê di deriyê Bab El-Ehawa de were kirin. Enqere piştgiriya biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya dirêjkirina dema radestkirina alîkariyên mirovî li seranserî sînorê Tirkiyê bo Sûriyê dike. Ev biryar ji bo 6 mehan hate dayîn lê wê 6 mehên din jî lê werin zêdekirin ku ev biryar wê 12 meh be.
Hêjayî gotinê ye ku Amerîka gelek hewl da ku dergeha Til Koçer di lîsteya dergehên alîkariyên mirovî de be, lê Rûsyayê careke din rê li ber vê yekê girt. Ev yek bû sedema nerazîbûnên Kurdên Rojava.

KDC

FREE
VIEW