Brîtanya: Koçberên neqanûnî beriya ku wan dersînorî Ruandayê bikin, xwarin rawestand 

Bi nêzîkbûna gera yekemîn a li Brîtanyayê re, hin koçber li navenda penaberan hatin ragirtin û hişyarî dan ku ew dersînorî Rûanda tên kirin û ev yek jî dibe sedem ku koçber çend rojan xwarinê nexwin

Berî nêzîkî du mehan hikûmeta Brîtanî planek bo veguhastina penaberên neqanûnî bo kampên Rwanda ragihand. Niha biryar hat dan ku geşta yekemîn ya veguhastina penaberan bo kampên penaberan li Kigali di 14adarê de destpê bike, piştî ku geşt bo hefteyekê hate paşxistin

Malpera BBC da xuyakirin ku 17 penaberên li navendeke koçberan a li nêzî Londonê hatin binçavkirin, ku ev çend roj in bêhêvî ne xwarinê bisekinîne.

Wezîrê karên hundir ê Brîtanyayê diyar kir ku ewlehiya koçberan di ser her tiştî re ye û bang li koçberan kir ku greva xwe bişkînin da ku karibin gerûgeştê bikin, biryara veguhastinê hatiye dayîn û mafê wan nîne ku biryarê di ber çavan re derbas bikin

Wezîrê Karên Hundir ê Brîtanyayê Prîtî Patel got, “Yekemîn balafira veguhastina koçberên gihaştin Brîtanyayê, wê di 14’ê vê mehê de bêyî amadekariyeke fermî ji bo Kîgalî bê veguhastin, ku hefteyek piştî daxuyaniyên beriya niha ye

Biryara veguhastina koçberan ku bi qasî 7 hezar kîlometre dûrî Brîtanyayê ye, parçeyek ji peymana bi 120 mîlyon lîreyî ya navbera London û Kîgalî ye.

Penaberekî ji BBC’yê re diyar kir ku 17 koçberan piştî 5 rojan piştî ku gardiyanan şekir bi ava vexwarinê tevlihev kirin û ev yek jî sedemek enerjîk e ji bo rawestandina xwarin û şerabê li şûna greva birçîbûnê

Tevî ku hikûmeta Îngilîstanê zextê dike ku komên qaçaxçitiya mirovan û koman biqedîne jî, hewldana ji bo kêmkirina koçberiya îllegal a ber bi Brîtanyayê ve ye.

Li gorî îstatîstîkên polîsên Brîtanyayê sala borî 28 hezar û 526 kes bi keştiya biçûk ketine Brîtanyayê lê di sala 2020’an de tenê 8 hezar û 804 kes hebûne ku ji ber prosedurên koronavîrûsê kêm bûne li gorî îstatîstîkan Her roj bi qasî 800 kes ber bi Brîtanyayê ve diçin û tê payîn ku ji ber bidawîbûna sermayê rojane 1000 kes zêde bibin û ev yek wê bi qasî sala 2020’an sê qat zêde be . 

soran hesen

KDC

FREE
VIEW