Almanya: Polîsan 5 ji mezintirîn tora koçberên ne qanûnî girtin 

Polîsên Almanî karîn 5 berpirsên mezintirîn tora bazirganîya koçberan ya neqanûnî bigirin û tawanbar dikin ku hewl didin nêzîkî 10 hezar koçberan ber bi Almanya ve veguhêzin, ku di nav wan de 2 hezar kes ji Afganîstan, Sûrîye û Pakistanê bûn ku nêzîkî 4 000 heta 10.000 Euro wergirtine ji bo her kesekê

Li angora malperra DV ya Almaniyayî berpirsên ewledarîyê yên çend welatên Ewropayî heşt kes girtine ku guman ji wan dihê kirin torên mezinên bazirganîya mirovan a navdewletî bin û pênc ji wan ji alîyê polîsên federalên Almaniya ve hatine girtin

Polîsê Federal û Ajansa Polîsên Ewrûpa (Europol) roja Înê ragihandibûn ku 126 kesên din ku guman li ser wan heye ku destê wan di torê de heye, hatine girtin

Di kampanya lêgerîn û lêpirsînê ya polîsan de li Elmanyayê 19 kes hatin girtin, ku rayedaran li eyaleta Bavyera, Saksonya û Eyaleta Ren-Westfalya ya Bakur 70 lêgerîn û lêgerîn dan destpêkirin. Lêpirsîneran delîl û sermayeya torê bi qasî 600 hezar Euroyî texmîn kirin .

Soran Hesen

KDC

FREE
VIEW