Penaber Niha Li Ber Parlementoya Swêdê Çalakiyekê Lidardixine

Niha li ber parlementoya Swêdê penaberên ku li wir dijîn ji bo girtina zarokan ku dê û bavê wan baş li wan nanêrin kom bûne û weke zagona mafya yê dihesibînin û dibêjin zarokên me ne koleyên we ne.

Xwepêşander dibêjin, ew li dijî xizmetên civakî û xwedîkirina zarokan a bi zorê ne, ku li gorî qanûna LVU ne.

Hefteya borî Hikûmeta Swêdê bi şandina 5 projeyan ji parlamentoyê re bi armanca ku zarokên ku jiyaneke wan ya baş nîn e ji dê û bavê xwe bên veqetandin û qanûn çêkirin û di mijara vegera zarokan a malbatên wan de şertên nû ferz kirin.

Di pêşniyarên hikûmetê de guhertin di Qanûna Lênihêrîna Zarokan de hene. LVU ya ku dibêje lênihêrîna bi zorê heta rewşa ku dibe sedema guhertina mayînde, Komîteya Çavdêriya Civakî mecbûr e ku 6 mehan rewşa zarokan lêkolîn bike û pêşnîyar dike ku komîte biryar bide û testan ji bo dê û bavên zarok bike.

Hêjayê gotinê ye, ku niha xwepêşander daxwaz ji parlemetoyê dikin qanûnê biguherînin. Yek ji xwepêşanderan penaberekî Ereb e û dibêje ku hikûmetê çar zarokên wî birine.

KDC

FREE
VIEW