Navenda Revenda Kurd Piştgiriya Berbijêrê Kurd Li Munichê dike

Şanda Navenda Revenda Kurd serdana bajarê Munich ya Almanyayê kir û li gel hejmareke çalakvanên Kurd civiya û piştgîriya xwe bo berbijêrê Kurd yê li Munichê diyar kir.

Navenda Revenda Kurd li derveyî welêt ku berpirsê peywendiyên giştî Kejal Darwêş û berpirsê ragihandina giştî Hewraman Elî Tofîq serperişt bûn, bi Vanessa Reşîd re civiyan. Me li parlemana Almanyayê piştgiriya xwe ji bo wî û her berbijêrekî Kurd anî zimên û soz da ku bi rêya ragihandin û peywendiyên navendî wan bi dengderên Kurd bide nasîn.

Bi vê mebestê, Navenda Revenda Kurd beşdarî ahengeke Partiya Keskan a Almaniyayê bû ku ji bo kampanya, hilbijartin û danasîna namzetên Kurd hatiye veqetandin, ku Vanessa Reşîd di axavtina xwe de ji beşdaran re got, ez xelkê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê bi hebûna xwe ya Kurdî, beşdarbûna mêvanên Kurd û şanda Navend Revenda Kurd li derveyî welêt serbilind e û soz da ku eger ew destkeftiyan bi dest bixin dê rewşa penaberan li Almanya û doza xwe ya neteweyî di nava perlemantoya Almanyayê de bidim nasîn.

Ji alîyekî din ve, Navenda Revenda Kurd li derveyî welêt çendîn hevdîtin li gel hejmareke çalakvanên Kurd li herêmê pêk anîn û qala çawaniya pêşvebirin û hevkarîya navbera Kurdên li wî welatî bi giştî û karê Navenda Revenda Kurd kir.

KDC

FREE
VIEW