Navenda Revenda Kurd Sersaxî Ji Malbata Profesor Nadir Nadirov Re Xwest

Mixabin me xebera koça dawî ya profesor û zanyarê Kurd yê li Kazaxistanê P.D. Nadir Kerîm Nadirov wergirt.

Wek Navenda Revenda Kurd li derveyî welêt em sersaxiyê ji malbat, xizm û hemû dost û hevalên Profesor Nadir Nadirov re dixwazin.

Ji ber vê xemgîniya kûr a ji destdana profesor, em hêvî dikin ku ev yek bibe dema herî dawî ya xembariya malbata wî. Xwedayê mezin sebrê bide me hemûyan û cihê wî bihuşt be.

Navenda Revenda Kurd li derveyî welêt

Nadir Nadirov

Nadir Nadirov di 6ê Çileya 1932an de li Herêma Nahçivanê ya Azerbaycanê ji dayik bû.

  • Di sala 1933an de malbata wî berê xwe da paytexta Kazakistanê.

Ew Serokê Civata Kurdî ya Kazaxistanê bû û cîgirê yekem yê Akademiya Endezyarên Kazaxistanê bû

  • Di heman demê de wek rêveberê Navenda Zanistên Neftê kar kir.

Nadirov di sala 1970 de navnîşana profesorê zanistî wergirt û di heman demê de bi navê bavê neft û gazê navdar bû.

  • Di sala 1983an de li Sovyeta berê bû endamê Akademiya Zanistî ya Komara Kazakistanê.

Ji sala 2010an ve şêwirmendê serokê Kazakistanê bûye.

KDC

FREE
VIEW