Navenda Rewanda Kurdistanî-Siwêd pîrozbahî li hizbe demokratî kurdistan îran dike 

Navenda Rewanda Kurdistanî-Siwêd pîrozbahî li hizbe demokratî kurdistan îran dike li ser yekgirtina herdû hizban û bexteweriya xwe ji dûv vê biryarê anî ziman

Jı Hizbî Demokratî Kurdistan Îran – KDPI re

Xwişk û Birayên birêz,

Endam û Birêvebirên her Du Hizbên Demokrat.

Bi ser navê Konfederasyona Revendên Kurdistanî ji dil û can ve biryara we ya yekgirtina her du hizban pîroz dikim û di xebatê û têkoşîna we ya pêşerojê de serkeftinê dixwazim.

Em wek Revenda Kurdistanî biryara we, biryareke pîroz û biryareke dîrokî dinirxînin. Em hêvîdarin ku ev yekgirtina we bibe nimûne ji bo rêxistinên siyasî yên parçeyên din yê Kurdistanê.

Birêzan, îro ji hemû deman zêdetir pêwistîya me ji yekgirtin û nêzîkbûn û tevxebatê heye. Rêya bihêzbûn di rêya yekgirtin, di têkoşîna bi hev re û di yek helwestê de derbas dibe. Ji bo wê jî divê em berjewendîya mafên neteweyî û berjewendîya ji bo dewletbûyinê têxin pêşîya hemû tiştan.

Tu kes, tu hêz û tu dewlet ne heyrana çavên me kurdan e. Hemû jî li gor berjewendîyên xwe tevdigerin. Divê êdî hemû cîhan qebûl bike ku, milletê kurd jî weka hemû milletan bibe xwedî dewlet. Gava em bibin dewlet, ewê her kes bixwazin an nexwazin me qebûl bikin û hurmeta me bigrin. Loma jî dive em girîngîyê bidine dewletbûyinê. Dewletbûyin çareserîya bingehîn e.

Ji bo vê armancê em kurdên Kurdistanî girîngiyeke taybet didin xebat û çalakîyên Lobî û Diplomasîyê. Pêwistiya me ji piştgirî û alîkarîya diplomasîyan heye. Dem hatîye ku xwedî û nûnerên doza Kurdistanê bihev re piştgirîya kesayetîyên di qada dîplomasî û di meydana siyaseta navneteweyî de çalakin, bikin.

Em baş dizanin ku ev yekgirtina we dê bi xebat û têkoşîneke xurt ve hêvîyê bide gelê Kurdistanê û bi taybet gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê.

Hûn her hebin û her bijîn.

Bi hêvîya serkeftinê Silav û Rêz

21.08.2022

Navenda Revenda Kurdistan – Swêd

KDC

FREE
VIEW