Webinarek Taybet Li Ser Kîmyabarana Helebceyê Hate Sazdan 

Navenda Revenda Kurdistanî bi minasebeta 34mîn salvegera kîmyabarana Helebceyê û karesata Enfalê konferanseke taybet ji bo helbestvan û nivîskar Letîf Şêx Omer li dar xist.

Şeva borî li saet 21:30 li gor dema Hewlêrê, Navenda Revenda Kurdistanî konferanseke taybet bi navê “Êşên di êrîşa Enfal û Kîmyabaranê de” ji bo helbestvan û nivîskar Letîf Şêx Omer saz kir. Ew başdarê bernameya Zoomê bû û tê de diyar kir ku rejîmên li pey hev hewl dane Helepceyê û deverên wê wêran bikin.

Lê zêde kir ku di sala 1987an de gelê Helebceyê li dijî rejîma Baas serî hilda û rejîmê bi çekên Napalm bajar topbaran kir. Bi dehan zarok hatin kuştin, heta ku di dawiyê de di 16ê Adara 1988an de bajar hate kîmyabarankirin û di encamê de 5 hezar kes şehîd bûn.

KDC

FREE
VIEW