Agahiyên Îsal Yên Koçberiyê

Serokê Rêkxistina Bilind a Penaberan dibêje ku ji ber berdewambûna qeyrana li Herêma Kurdistanê û iraqê, rêjeya koça ciwanan bo welatên Ewrûpa gelek zêde bûye û 36.000 kes di neh mehên destpêkê yên îsal de serî li penaberîyê li Ewropayê dane.

Berpirsê Rêxistina Bilind a Karûbarên Penaberan Arî Celal ragihand ku ji ber krîzên li pey hev li Herêma Kurdistanê û Iraqê rêjeya koça ciwanan li gorî çend mehên borî zêde bûye. Zêdebûna sedema rêwîtiya koçberiya neqanûnî ji ber hewayê ye, ji ber ku yên koç dikin, eger hewa baş be, perav û di rêyên ziwa re derbas bibin.

Weha jî da xuyakirin ku di nava neh mehên derbasbûyî de zêdetirî 36.000 kesan li Ewropa dewa mafê penaberiyê kirine. Gelekan ji wan kesan temenê wan ji 18 saliyê zêdetir e. Hin koçberên ku li kampên girtî yên li Tirkiye û welatên Balkanan mane jî hene, wan jî serlêdana penaberiyê kirine. Lê belê hîn jî li welatê ku dixwezin bimînin nehatine bicîhkirin.

KDC

FREE
VIEW