Malbata Koçberekî Wenda Daxwaza Alîkariyê Dike

Malbata koçberekî wenda daxwaza alîkariyê dike ku kesê xwedî agahî be wan agahdar bike.
Li gorî ku di daxwaza malbatê de hatiye gotin, ciwanê bi navê Hawbeş Xalid Osman ku li Silêmaniyê dijî, di roja 12.07.2021an de xwest ku biçe derveyî welat, lê di roja 22.07.2021an de keştiya wan di navbera ava Tirk û Yûnanistanê de qulibiye û hejmarek ji wan ji aliyê polîsên deryayî yên her du welatan ve hatine rizgarkirin. Malbata ciwanê Kurd daxwaz dikin ku her kesê ku agahî li ser kurê wan heye bi rêya nûmarayên telefonê yên ku wan belavkirin e agahdar bikin. Ji ber ku ew di rewşa derûnî ya dijwar de dijîn.

Teksta daxwazê:

Bi navê Yezdanê dilovan.
weke wecîbeyek olî.
weke erkekî civakî.
weke erkekî netewî
weke erkekî mirovî
vê postê parve bikin û biweşînin
Bangewazî !!!
Ji bo her kesê li her dera cîhanê.
Ji bo hemû xwişk û birayên li derveyî welat bi taybetî yên li Tirkiye û Yewnanîstanê dijîn an jî bi her sedemê li wan her du welatan in, Konsulxaneya Iraqê ya li Turkiye û Yûnanistanê, nûnertiyên partîyên Kurdan ên li wan welatan.
Ji bo rêxistina ( U N) li wan welatan.
Ji bo rêxistinên mirovî.
Ji bo karsazên rêzdar ên li Tirkiye û Yewnanîstanê.
Ciwanê bi navê Hawbeş Xalid Osman Tofîq/Çoxmaxî di roja 12/7/2021an de ji Silêmaniyê çû derveyê welêt lê di roja 22/7/2021an de li ava di navbera Tirkiye û Yûnanistanê de keştiya wan qulibiye û hin ji wan ji aliyê polîsên Tirk û Yewnan ve hatine rizgarkirin lê hinek ji wan wenda ne. Niha malbata wan di rewşeke derûnî ya pir xirab de dijîn. Ji ber vê yekê em daxwaz dikin ku her camêrek di vê mijarê de xwedî agahî be bila van telefona van reqeman bike.

07719928308- 077109697605-07701399064

Bi rêzdarî, malbata Hawbeş Xalid Osman Çoxmaxî

KDC

FREE
VIEW