Kujerên Jina Kurd a Pêlewana Kerkûkî Hatin Girtin

Birêvebirîya polîsên Kerkûkê da xuyakirin, ku yek ji wan girtîyan beşdarî di merasîma veşartinê de kiriye ku destê wî di kuştina jina Kurd de heye ku lîstikvanê bilindkirina kêşanê ye.

Navenda polîsên Kerkûkê di daxuyaniyekê de diyar kir ku piştî lêkolîn li ser hûrgiliyên gulebarankirina jina Kurd li Kerkûkê Medya Teyîb, tîma nehiştina tawanan karibûn xwe bigihînine hemû kesên destê wan di vê dozê de hene û ew desteser kirin.

Di vê daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di roja koça dawîya Medya Feyzullah de dezgeha polîsên nehiştina tawanan a parêzgeha Kerkûkê girtina wî çekdarê ku êrîşî wê jinê kiriye ragihandiye û tekezî li ser wê yekê kiriye, ku kujer kincên leşkerî li xwe kiriye û kesekî din jî pê re bûye.

Navenda polîsên b ajêr ragihand ku pişt re sê kesên din jî hatin girtin û li xwe mikûr hatin ku destê wan di kuştina Medya Feyzullah de heye ku yekî jê re gotiye bikuje û her wiha diyar bû ku yek ji wan kesên ku destê wan di vê kuştinê de heye di merasîma cenazeyê jina werzîşvan de amade bûye ji bo ku gumanan ji xwe dûr bixe.

Polîs cext li wê dike ku piştî eşkerekirina sûc li cihê bûyerê û qeydkirina îtîrafan, hemû bersûc ji bo ku bêne cezakirin, ew şandine dadgehê.

Medya Feyzullah a werzişvana Kurd a parêzgeha Kerkûkê ku li Iraqê û Herêma Kurdistanê di bilindkirina giraniyê de şampiyon bû û endama Encûmena Rêveberiya Sendikeya Werzişê ya Kerkûkê bû.

Hêjayî gotinê ye ku di bûyerê de keçeke 10 salî di dema êrîşê de birîndar bibû, hate dermankirin û niha dijî.

KDC

FREE
VIEW