Navenda Revenda Kurd Li Siwêdê Serdana Ofîsa Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Li Swêdê Kir

Navenda Revenda Kurd ya li Swêdê serdana ofîsa Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û li ser kêşeyên Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê û têkiliyên bi partiyên Swêdê re gotûbêj kirin.

Doh roja îniyê di 13.08.2021an de şandeya Navenda Revenda Kurd ya li Swêdê ku ji Îsmaîl Kamil,Jêmîla Hesen Xelî û Ezîz Elîş pêk dihat, serdana ofîsa Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Swêdê kir. Ew ji aliyê Birêz Şoreş ve hatin pêşwazîkirin. Di serdanê de qala gelek mijarên wek pirsgirêkên ciwan û jinên Kurd yên li derve û kêşeyên Kurdên çar parçeyên Kurdistanê bi giştî hate kirin.

Navendê di serdana xwe ya ofîsa Hikûmeta Herêma Kurdistanê de tekez li ser wê yekê kir ku ew hewl didin, doza Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê bikin karê xwe yê sereke û tekez kirin ku ew hewl didin bi awayekî dîplomasî piştgîriya peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û partiyên Swêdî de bikin.

KDC

FREE
VIEW