Operasyona Derbaskirina Xebatkarên Sefaretxaneya DYAyê ya Li Kabûlê Wê Dest Pê Bike

Berdevkekî Wezareta Parastinê ya DYAyê diyar kir ku operasyona derbaskirina karmendên sefaretxaneya welêt a li Kabûlê dest pê kiriye û diyar kir ku heger êrîş li wan bê kirin wê leşkerên wan bersivê bidin.

John Kerby di kongreya rojnamevanî de ragihand, ku sê tabûrên serbazîyên wî welatî di destpêka vî hefteyê de ji bo derbaskirina karmendên balyozxaneya welatê xwe ya li Kabûlê hatine şandin û dê dest bi operasiyonê bikin û ew dê nêzîkî 3000 serbazan bin. Ew dê rêkarên pêdivî bi cîh bînin û yekeyeka me ji bo pêkanîna prosesa derbaskirinê hatiye şandin û mafê wan e ku li hember her êrîşekê xwe biparêzin û bersiva her êrîşekê bidin.

Kerby behsa vê yekê jî kir ku, ev 20 sal in Amerîka tevahiya piştgîriya Hikûmeta Efxanistanê û hêzên ewlekariyê daye lewre divê Hikûmeta welat piştgîriya xwe bo rûbirûbûna Talîbanê nîşan bide.

KDC

FREE
VIEW