Bijîn JI BO SERXWEBÛNê

Miletên ku demeke dirêj bindest mayîne, koletiyê ji xwe re normal dibînin. Ya xirabtir, serokên wî miletî jî pir caran vê yekê normalîze dikin. 

Hêza herî mezin ya dagirkeran ev bêhêziya serokên bêxîretkirî ye.

Ji nav miletê bindest serok, siyasetvan, hûnermend, nivîskar, bazirgan, xwendkar, karker û rênçber, her kî be dema behsa serxwebûnê kir û ji bo wê xebat kir, rîska yekem ji navxweyî dihêt. Ew kes berê wek “sofî, romantîst û paşê jî wek dîn û bê hiş” dihête dîtin.

Serdema metirsiyê dest pê dike.

Roj dihê di wê civakê de êdî ew “dîn û bêhiş” jî namînin, namûs û heysiyeta miletekî mezin dikeve destê dagirkerên bêheysiyet û bênamûs.

Niha her Kurd bila hinekî sade hizir bike, wateya jiyana me çi ye?

Tenê yek wate heye, dest bi rawestandina vê çûna xwelîseriyê bike:

Raweste ey ramana xirab, bêje, ey gendelî, derew û xeflet, raweste ey xweperistî, raweste ey koletiya dagirkeran

Bijî jiyana wek mirov di Serbexoyî Kurdistanê de..

KDC

FREE
VIEW