Berî 96 salan Şêx Seîd Efendî û 46 hevalên wî li Diyarbekirê hatin şehîdkirin

Fermana darvekirina Şêx Seîd Efendî û 47 hevrêyên wî 28ê Hezîran a 1925an hat dayîn û 29ê Hezîranê jî li meydana Deriyê Çiyê yê Diyarbekirê hatin şehîdkirin.
Şêx Seîd an jî Şêx Seîdê Pîranî (z. 1865 li Qollhêsara Xinûsê Erzîrom − m. 29 pûşper 1925 li Amedê), şêxê neqşîbendî, pêşawa û şoreşgerê Kurd bû. Di sala 1925an de li bakurê Kurdistanê Serhildana Şêx Seîd daye destpêkirin.
Li hemberî zordarî û xiyanetên rejîma kemalîstan kalê Şêx Seîd di 13ê Sibata 1925an de serî hilda û dest bi rizgarkirina bajarên bakurê Kurdistanê kir ku bi mehan bajarê Diyarbekirê ji aliyê hêzên Kurd ên bi rêbertiya Şêx Seîd de hat dorpêçkirin.
Piştî ku bajarê Amedê nehat radestkirin, bi biryara şûraya bizava Şêx Seîd dorpêç hat rakirin û têkoşerên Kurd pêl bi pêl derbasî Başûr û Rojavayê Kurdistanê bûn.
Rêberê serhildanê Şêx Seîd û 49 hevalên wî ji bo derbasî Başûr bibin, bi rojê xwe diveşartin û bi şev dimeşiyan. Armanca wan berdewamîkirina cenga awarte û xeyrî nîzamî bû. Lê belê bi xiyaneta bacenaxê Şêx Seîd ê Serdar Qasim (Qaso), serokên serhildanê, Şêx Seîd û hevalên wî hatin dîlgirtin.
Di 10ê gulana 1925an de, Şêx Seîd û hevalên wî derxistin pêş Dadgeha Serxwebûnê ya Rojhilatê (Şark îstiklal Mahkemesi) ya Diyarbekirê û nêzîkî pêncî rojan darizandina wan dewam kir.
28ê Hezîrana 1925an derbarê Şêx Seîd û 47 hevalên wî de biryara darvekirinê (îdam) hat derxistin û ji bu 2 kesan jî cezayê muebetê hat sepandin.
Piştî biryara dadgeha Tirkiyê 28 hevrêyên Şêx Seîd Efendî di heman rojê de û Şêx Seîd û 18 hevrêyên wî yên din jî 29ê Hezîrana 1925an li meydana Deriyê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin.
Dewletê Şêx Saîd digel 46 hevalên wî di 28 û 29ê Hezîrana 1925an de li Qada Deriyê Çiyê ya Amedê bi darve kir ku di heman salê de Pîlana îslahata Şerqê ya “Komkujiya spî” li dijî Kurdan da destpêkirin.
96 sal berê bi şikandina serhildana Şêx Seîd Efendî re polîtîkayên asîmlasyonê (bişaftin) yên li ser ziman, çand û dîroka Kurdan bi xurtî hate meşandin ku hê jî beşek mezin ji wê siyaseta ku bûye îdeolojiya dewletê ya dijî kurd berdewam dike.
Bi van darvekirin û pêşxistina êrîşên li dijî Kurdan dewletê difikirî ku wê pirsgirêka kurda  bi dawî bibe. Lê belê piştî şoreşa Şêx Seîd jî serî hildana Kurdan û ji bo welat, maf û azadiyên xwe berdewam kir ku ta roja îroyîn jî bi nav û tevgerên cuda Kurd li hemberî zilm û zordestiya dewleta Tirk têkoşîna xwe ya rewa bênavber didomînin.

KDC

FREE
VIEW