Pêşmergeyên Demokrat Dirona Îranê Xistine Xwarê

Fermandariya Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê dibêje topbaran kirina çiyayên Kurdistanê ji aliyê artêşa Pasdaran ve destpê kiriye û wan dironeke Îranê xistine xwarê.

Fermandarê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê ya Îranê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hêzên rejîma Îranê êvara Îniyê dîsa dest bi topbarana li ser dever û bilindahiyên Kurdistanê kirine û her çend saetan carê bombebaran dike.

Wan radigehine ku di demjimêr 20.00an heta 22.00an û di demjimêr 01:00ê heta 03.00an deverên Sîdekan û Berbizin bombebaran kirine û jiyan û jîngeha xelkên deverê wêran kirine.

Ajansa Fermandariya Pêşmergeyan jî diyar kir ku roja Înê dema ku artêşa Pasdaran êrîşên xwe bo ser xaka Kurdistanê berdewam dikir, li gel topbaranê jî bi dironan ji êrîşkirine û li cihekî ku pêşmergeyên Kurdistanê li ser bilindahiyên Kurdistanê de bûn, dironek li ser wan digeriya, bi gulebarana Pêşmergeyan, diron hate xwarê û kete destê hêzên Pêşmerge.

KDC

FREE
VIEW