Konfederasyona Revenda Kurdistanî Ji Bo Salvegera Şehîdkirina Pêşewa Qazî Mihemed Peyamek Weşand 


 
Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi minasebeta salvegera şehîdkirina Serokê Kurdistanê Qazî Mihemed daxuyaniyek weşand û diyar kir ku rast e ku komar demkurt bûye lê şiyaye zimanê Kurdî, artêşa neteweyî, Alaya Kurdistanê, sirûda neteweyî, civata wezîran, mafên jinan û gelek mijarên din diyar bike.

Peyam:
 
Di sibeha 30.03.1947an de Serokê Kurdistanê Qazî Mihemed, Seyfî Qazî û Sedr Qazî ji aliyê rejîma Îranê ya Riza Şah li qada Çarçira ya bajarê Mehabadê hatin darvekirin.
Pêşewa Qazî di hiş û ronahiya xwe ya neteweyî de komarek ji bo Kurdan ava kir ku Kurd hîn jî xwedî lê derdikevin. Ne tenê di hiş û mejiyê her ferdekî Kurd de zindî maye, di heman demê de bûye armanc û hesreta girîng a veger û avabûna komareke din a Kurdan.
Rast e temenê komarê kurt bû lê di demeke kurt de zimanê Kurdî, artêşa neteweyî, hêzên pêşmerge, Alaya Kurdistanê, sirûda neteweyî û kabîne, mafên jinan û gelek mijarên din ên girîng hatin diyarkirin û damezrandin, ku heta niha bûne sembola milletê Kurd.
 
Konfederasyona Revenda Kurdistanî

KDC

FREE
VIEW