Çalakvaneke Kurd Ji Aliyê Îtlaatê Ve Hatiye Girtin

Berî sê hefteyan çalakvaneke Sineyî ji aliyê îstixbaratê ve hatiye girtin.

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê, Kejal Nesrî ya 26 salî ya ji Tengîser a bajarê Sineyê, li girtîgeheke Îstîxbaratê ya Sineyê tê girtin.

Çavkaniyekî nêzikî malbatê diyar kir ku Kejal Nesriyê di rojên borî de bi rêya telefonê, carekê bi malbata xwe re têkilî daniye.

Wî çavkaniyî da zanîn ku malbata Kejal Nesrî, di sê hefteyên derbasbûyî de çend caran serdana rêveberiya îstixbarata Sineyê kiriye û heta niha jî nikaribûne wê bibînin û ew ji mafê parêzeriyê jî bêpar hîştine.

Kejal Nesrî çalakvana medenî ya ji gundê Tengîser a ser bi Sineyê, roja yekşema 12 Berfanbara 2021an ji alîyê hêzên rêveberiya Îtlaatê ve bê yasayî hatiye girtin.

Hêjayê gotinê ye ku heta niha sedema girtin Kejal Nesrî ne diyar e û ev jî bûye sedema tirsa malbata wê.

KDC

FREE
VIEW