Konfederasyon Û Navenda Revenda Kurdistanî Li Almanyayê Serdana Navenda Revenda Kurdistanî Li Belçîkayê Kirin

Nûnerên Konfederasyon û Navenda Revenda Kurdistanî li Almanya serdana Navenda Revenda Kurdistanî li Belçîkayê kirin da ku navend ji nû ve were rêkxistin û dest bi kar û çalakiyên xwe bike.

8ê Gulana 2022an nûnerên Konfederasyon û Navenda Revenda Kurdistanî serdana Konfederasyon û Navenda Revenda Kurdistanî li Belçîkayê kirin û di vê dîdarê de, Cîgirê Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî behsa qonaxa niha ya karê konfederasyonê û rola Navenda Revenda Kurdistanî li Belcîka di çalakîyan de kir.

Piştre jî hat behskirin ku divê Navenda Revenda Kurdistanî li Belçîkayê di demeke kurt de ji nû ve xwe birêxistin bike û xwedî çalakî be.

Di civînê de beşdaran bi berfirehî behsa pêşeroja navenda xwe û bernameyên xwe yên pêşerojê kirin û bersiva pirs û pêşniyarên guhdaran dan.

Hêjayî gotinê ye ku di rêveberiya navendê de hin guhertin di desteya rêveber de hatine kirin û hin çalakî ji bo pêşerojê hatine danîn.

KDC

FREE
VIEW