Navenda Revenda Kurdistanî Webinarek Ji Bo Bextiyar Mam Şêx Li Dar Xist

Duh êvarê bi rêya bernameya Zoom Navenda Revenda Kurdistanî ji bo Birêz Bextiyar Mam Şêx ê serokê fraksiyona muxalîf û endamê şaredariya Keyaniya Kensington û Chaelse bi sernavê “Rola Kurdên li derveyî welat di lobîkirina taktîkî û stratejîk de” webinarek çêkir.

Di destpêkê de behsa hilbijartina herêmî yên şaredariyên Brîtanyatê û rola revenda Kurdistanê di hilbijartinan de kir û serkeftina gelek namzetên Kurd ku bo cara sêyem li şarevanîya Keyaniya Kensington û Chaelse hatin hilbijartin hat pîrozkirin. Her wiha pîrozbahî li Serbaz Berzincî endamê şarevanîya Londonê û Roza Salih endama şarevanîya Glasgowê hat kirin.
Di vê dîdarê de teqezî li ser pêngavên nasandina kar û barên partiyan li Brîtanyayê û çawaniya têkelkirina bi civaka Brîtanya û prosesên siyasî re û naskirina wan hat kirin.
Nîqaş li ser çawaniya hejmareke mezin ji Kurdên derveyî welat di warê siyasî de têkel bikin û li ser kar bikin.

Di beşeke din de behsa rola Kurdan di warê lobîkirina taktîkî û steratejîk de û rola bi bandor ya nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û projeya Konfederasyona Revenda Kurdistanî di warê lobî û pêngaveke mezin ji bo wê armancê hat kirin.
Di dawiya webinarê de, endamên Navenda Revenda Kurdistanî bi têbinî û pirsên xwe beşdar bûn, webinar du demjimêran berdewam kir.
Hêjayê gotinê ye ku Bextiyar Mam Şêx ê ku di sala 1997 de li bajêrê Hewlêrê ji dayik bûye li Brîtanyayê dijî û endamê Sendîkaya Parêzerên Brîtaniyayê ye û serokê Rêxistina Akordform a Kurdên serkeftiyên cîhanê ye û bo cara sêyem jî wek endamê şarevanîya Şahaniya Kensington û Chaelse ya Londonê di lîsta Partîya Karkeran de hat hilbijartin.

KDC

FREE
VIEW