Konfederasyonê Revenda kurdistanî pêşwaziya li Mîrê Êzidiyan li Amerîkayê dike

Mîr Hazim Tehsîn Mîrê Kurdên Êzdî bi serdanekê gihişte Amerîkayê û bi germî ji aliyê Kurdên diyaspora û keldanî yên li bajarê Michigan bi germî pêşiwazî lê hatkirin.
pêwîstiya piştevaniya navdewletî bo Kurdistanê hat pêşwazîkirin.
Mîrê Ezîdiyan biryare serdana Nebraska, mezintirîn dîyaspora Kurdan li Amerîkayê bike.
Biryare Mîr di qonaxa dawî ya sefera xwe ya bo Washingtonê de rewşa êzîdiyên li kampan bi rayedarên Amerîkî re gotûbêj bike.
Nûnerê Konfederasyona Dîasporaya Kurdistanê li Amerîka û Kanadayê Rehîm Reşîdî bixêrhatina Mîr li Amerîkayê kir û piştevaniya hemû Konfederasyonê nîşan da.
Mîr Hazim spasiya nûnerê Konfederasyonê kir ku di dema borî de di kada navdewletî de dengekî diyar yê Êzidiyan bû û hêvî kir ku Konfederasyon weke her carê li her deverê bibe dengê bindestan.
Hêjayî gotinê ye ku di meha Adar ya îsal de, şandeke bilind a Konfederasyona Dîasporaya Kurdistanê li bajarê Laleş ya Piroz serdana Mîr kir û biryar bû hevkariyên di navbera her du aliyan de bên zêdekirin. Her wisa daxwaz ji Civata Rûhanî ya Êzdiyan hat kirin ku serdana Amerîkayê bike û Konfederasyon jî bi hemû îmkanên xwe piştgiriyê bide û ev pêşniyar ji aliyê civata ruhanî ya êzîdiyan ve hate bi cîh anînin.

KDC

FREE
VIEW