Kurdan Li Ber Wezareta Derve Ya Amerîkayê Daxwaza Hilweşandina Cezaya Zara Mihemedî Kirin

Kurdan roja Pêncşemê li ber Wezareta Derve Ya Amerîkayê kom bûn û daxwaza hilweşandina cezaya pênc salan a çalakvan û mamosteya zimanê Kurdî Zara Mihemedî kirin ku ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve li ser wê hatibû sepandin.

Zara Mihemedî ya ku ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve 5 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn, niha di zindanê de ye. Kurdên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dijîn, doh li ber Wezareta Derve kom bûn û xwestin ku cezaya li ser jina çalakvan were rakirin.

Çalakvan û mamosteya zimanê Kurdî Zara Mihemedî sala borî 10 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn û pişt re jî 5 sal cezayê girtîgehê li dadgeha temyîzê hatibû birîn. Di 8ê meha borî ya 2022an de ji bo ku 5 salan di girtîgehê de bimîne ew birin Girtîgeha Jinan a Sineyê.

KDC

FREE
VIEW