Ez Kurdaxim 

Cankurd

Ez bihişta Serê Kaniyê me,
Ez zinarê Qirkê me
Ez pireya Heşarkê me
Ez aş û zinarên bin ava Meydankê me
Li Kitix ez darên zeytûnê me, ez bustan û baxim
Li Eyn Dara bo şaristaniyê dergosh û binaxim
Ez dil tijî fîxan û daxim,
Lê ji bo Kurdayetiyê ez şevçiraxim..
Ez Kurdaxim…
Ez bihara çiyayê Hawarê me,
Darên hejêrê li Robarê me,
Ez girê Bilbilê û sirta bilinda Naza me
Kewê çiyayê Xastiya me, her aza me
Ez deşta Cûmê û kela Horî me,
Di sîngê Kurdistanê de ez gulek Corî me
Ez ji hişyariya Kurdan re şevçiraxim,
Ez Kurdaxim…
Ez Kaniya ava sar a Keloşkê me,
Ez li Meydana tenbûra Beytaz û Eltico me,
Ez li bin pireya Dêrsuwanê kilama Eliyê Kapê û Hesnazî me,
Li çiyayê Reşbîlê dareka mazî me,
Bo mirovatiyê ez binemal û binmaxim,
Bo Kurdîniyê ez şevçiraxim,
Ez Kurdaxim…
Ez li hember Erebkirinê serî naçemînim,
Ji bo talankeran min serî danexist û ez danaxînim
Ezê ala Kurdayetiyê li kolosên xwe yên bilind her biçikînim
Ezê agirê Newrozê bi darên Sindîganê her gurr bikim
û bi alafa agirê xebatê neyaran ji xwe dûr bikim
Ez ê ji bo mafê xwe wek şêr û pilingan li cîhanê bihurmînim
û zarok û piştên xwe bi bihna Azadiyê biramînim…
Ez ji bo Kurdewariyê şevçiraxim,
Ez Kurdaxim…
Ez Keftelefta xwe bi roj û şev dikim, ez her bi hêzim
Ez navê xwe di dûrokê de her diparêzim
Ez hîç navekî ne yê min e, li gundên xwe nakim,
Ez Erebkirina Casim û Xelef hîç minê nakim,
Ez di berxwedana Kurdîniyê de şevçiraxim,
Ez Kurdaxim… Ez Kurdaxim….

KDC

FREE
VIEW