Pêwîstiya Almanyayê Salane Bi Deh Hezaran Penaberan Heye

Serokê Ajansa Kar a Almanyayê Ditliff Schiel dibêje ku welatê wan salane pêwîstî bi 400 hezar koçber heye.

Ditliff Scheer di daxuyaniya xwe de diyar kir ku pêdiviyên bazara kar a Almanyayê roj bi roj zêde dibin û her sal pêwîstiya wan bi 400 hezar koçberan heye û ji salên borî gelek zêdetir e û pêwîstiya wan bi pispor û akademîsyenên di warê xwedîlêderketina kal û pîran, nexweşan û lojîstika teknîkî ya hewayî heye.

Serokê Ajansa Kar a Almaniya ya Federal ku pêwîst dibîne pirsgirêka hêza kar a koçber û penaberan tevlîhev neke dibêje mijareke mirovî ye. Penaberên ku ji Afganistanê tên divê tiştê ku dikeve ser milên xwe bikin, lê girîng e ku valahiya di bazara kar de were dagirtin.

Dietliff Scheil got, “Hêza kar wê li Elmanyayê temam bibe, lê belê valahî dikare ji aliyê mirovên ji ber sedemên însanî mafê penaberiyê ji wan re tê dayîn, bê dagirtin.”

KDC

FREE
VIEW