Serokê Herêmê: Em Spasiya Ewropayê Dikin

Joseph Borel: Herêma Kurdistanê Roleke Girîng û Diyarker Di şerê DAIŞê De Lîst

Serokê Herêma Kurdistanê di kongreyeka rojnamevanî de serdana berpirsên siyaseta derve ya Ewropayê girîng bi nav kir û li ser mijara kombûna wan axivî.

Piştî kombûnê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Josep Borel di kongreyeke rojnamevanî de dan xuyakirin ku wan qala pirsên girêdayî ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê, hilbijartinên pêşwext ên Iraqê, guherîna keş û hewayê û pirsgirêka koçberan kirine.

Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe ji bo serdana Josep Borel da nîşandan û spasiya piştevanî û alîkariya Yekitiya Ewropayê ya di şerê li dijî DAIŞê de kir û di heman demê de teqezî li ser pabendbûna xwe ya bi prensîpên mafên mirovan kir.

Josep Borel ê Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekitiya Ewrûpayê jî diyar kir ku Herêma Kurdistanê roleke girîng û diyarker di şerê dijî terorîstên DAIŞê de lîstiye.

Îro roja sêşemê Josep Borel Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekitiya Ewropayê serdana Herêma Kurdistanê kir û bi Nêçîrvan Barzanî yê Serokê Herêma Kurdistanê re hevdîtinek kir û wê îro bi Serok Barzanî û Mesrûr Barzanî re jî hevdîtinekê pêk bîne.

KDC

FREE
VIEW