Tirkiyeyê Çend Kesên Îtlaata Îranê Girtiye

Saziya Îstîxbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê – MÎTê û hêzên ewlekariyê, di bûyereke revandina leşkerekî berê yê Îranê de toreke sîxurî ya Îranê girtine.

Li gorî agahiyan, Saziya Îstîxbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) û Midûriyeta Emniyeta Wanê di operasyonekê de 8 kes girtine ku 2 ji wan sîxurên Îranê ne û ji bo revandina leşkerekî berê yê Îranê yê bi navê M.A. yê li Wanê dijî, amadehî dikirine.

Saziya Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê diyar kiriye ku xebatkarên îstixbarata Îranê ji bo ku torekê çêbikin û karê revandina kesên ku ji Îranê reviyane, budçeyeke bi 30 hezar dolarî veqetandine.

Di encama şopandina endamên torê yên ji aliyê MÎTê û ewlekariyê ve, sîxurên Îranê eşkere kirin ku wan 10 hezar dolar pêşkêşî M.Y, hevjîna leşkerê berê kirine û eger bê redkirin, gefa zerarê li malbata wê ya li Îranê xwarine.

Piştî zelalbûna karê sîxuriya 24ê Îlonê ji bo revandina neferekî bi otomobîlê şandibûn Îranê, endamên şebekeyê li ser sûc ji aliyê Saziya Îstîxbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) û Midûriyeta Emniyetê ya Wanê ve hatibûn girtin.

Welatiyê Îranî (S.S) û welatiyê Tirkiyeyî (M.Y.Y) di 24ê Îlonê de di saet 21.00an de dema diketin malên xwe hatin desteserkirin.

Di operasyonê de endamên şebekeyê ku ji 6 welatiyên Tirk pêk dihatin, hatine girtin .

KDC

FREE
VIEW