Li Helebceyê Festîvala Hinaran Tê Lidarxistin

Heftemîn Festîvala Hinar û Payîz a Helebceyê bi amadebûna berpirsan û hejmareke zêde ji çînên cûda destpê kir.
Rêveberê Giştî yê Çandinî ya Helebceyê Star Mehmûd wiha got: “Hilberîna hinarên wan digihîje 30 hezar tonan û hinarên herêmê bûye markayeke bazirganî û hêvî kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê budceyeke taybet ji bo tazmînata hişkesaliyê bide û alîkariya cotkaran bike ku îsal ji ber hişkesaliyê zirar dîtine.”
Di festîvalê de Parêzgarê Helebceyê Azad Tofîq got: “Ev festîval di aliyê aborî û çandî de xwedî rehendekê ye û navûdengê Helebceyê belav dike, em dikarin Helebceyê bi hinaran bidine nasîn.”

KDC

FREE
VIEW