Navenda Rewanda kurdistanî û Dezgeha Senger û Pêşmerge li Elmanyayê çalakî li dar xistin 

Navenda Rewanda Kurdistanî-Almanyayê, Dezgeha Senger û Pêşmerge û Komîteya Navçeya Düsseldorfê ya Partiya Demokrata Kurdistanê, bi beşdariya gelek kesayetên biyanî, perlemanter û hejmareke mezin ji Kurdistaniyên ji parçeyên cuda yên Kurdistanê çalakiyek bi navê “Pêşmerge Parastin Aştî û Jiyan” li dar xistin

Hem Navenda Rewanda Kurdistanî-Almanya, Dezgeha Senger û Pêşmerge û Komîteya Navçeya Düsseldorfê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li bajarê Bukhom a Almanyayê ahengeke bi navê “Parastina Aştî û Jiyanê ya Pêşmerge” li dar xist û têde hijmareke zêde ji Kurdên parçeyên cuda yên Kurdistanê li welat dijîn û di nav wan de Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewrûpayê û çendîn kesatiyên biyanî û endamên parlamentoya Almanyayê jî hene 

Hêjayî gotinê ye ku di çalakiyê de axaftina Navenda Rewanda Kurdistanê ji aliyê Hewraman Elî Tofîq cîgirê serokê Konfederasyona Penaberên Kurdistanê û serokê dezgeha ragihandina navendî ve hate xwendin û di heman demê de filmekî wêne û dokumenterî li ser berevaniya Pêşmergeyên Kurdistanê li dijî êrîşên terorîstên DAIŞ’ê hate nîşandan û weke peyamekê li ser qurbanîdana pêşmerge ji temaşevanan re bi taybetî li derveyî welat

KDC

FREE
VIEW