Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi Serok Mesûd Barzanî re civîya

Roja dûşem 12.03.202´an de li Selaheddîn, serok Mesud Barzanî bi germî pêşwaziya li serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî û koordînator Dr. Nooredîn kir.

Di civînê de Serokê Konfederasyonê Dr. Îsmaîl Kamil li ser xebat û têkoşîna Konfederasyonê agahdariyek berfireh pêşkêş kir û çalakî û pêşketinên dawî nirxand. Her wiha, ji bo piştevaniya berdewam a siyasî û manewî ya li xebat û têkoşîna konfederasyonê, spasiya Serok Barzanî kir û piştgiriya wî bi bilind nirxand.

Paşê Serok Barzanî balkişand li ser girîngî û pêgeha Kurdên diyasporayê. Serok Barzanî, destxweşî li karên Konfederasyonê kir û di beşeke din ji axaftinên xwe de eşkere kir ku divê Kurd li derve jî bibin Kurd û dost û alîgiran ji bo doza rewa ya Kurdistanê zêdetir bikin.

Her wiha daxwaz ji Konfederasyonê kir ku di xebatên xwe de rêzê li yasa û pîvanên van welatên ku lê dijîn bigire û ji bo yekîtiya Kurdistaniyan têbikoşe. Hêvî kir ku ciwanên Kurd li dîasporayê bibin xwediyê hesteke bilind a niştimanperwerî û parastina ziman, çand û dîroka Kurdî û bibin pirek di navbera welatên mazûvan û Kurdistanê de.

KDC

FREE
VIEW